Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt

25-08-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Ronahî Perîxan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ronahî Perîxan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Gever Colemêrg Ronahî Futbol Xeyal
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Ronahiya ji Geverê dixwaze ji bo zarokên welatê xwe bibe ronahî.

Ronahî Keçeke Geverî ye û 23 salî ye. Vê keça Kurd ji zarokatiya xwe û heta niha xeyalek heye û ew dixwaze li bajarê xwe dibistaneke futbolê veke.

Ronahî piştî gelek zor û zehmetiyan bi miraza xwe gehiştiye, wê li Geverê dibistaneke futbolê vekiriye û hefteyê sê rojan rahênanê bi zarokên Geverê re dike.

Ronahî dixwaze ku Amedspor ji karê wê agahdar be û alikariya wê û xwendekarên wê bike.

Ronahî bêyî westiyan li dû xeyala xwe geriyaye.

Xeyala Ronahiyê ew bûye ku bibe futbolîst an rahêner û wê ji bo pêkînana xeyala xwe gelek ked daye.

“Min gelek zehmetî dîtin”

Rahênera Futbolê Ronahî Perîxan Akgolê wiha behsa xwe kir:

“Navê min Ronahî Perixan Akgol e, ez 23 salî me û ez Geverî me.

Min zanîngeh li Sêrtê xwend û beşa min a werzişê bû. Ez deh sal in di nav futbolê de me di van deh salan de min hem leyîst û hem jî ez rahêner bûm.

Ji zarokatiya xwe ve min ji futbolê hez dikir. Min top dilîst. Dema min 10 top lêyîstî min gelek zehmetî dîtin.”

Ronahiyê piştî ku li Zanîngeha Sêrtê beşa werzişê xwend û li tîmên Galatasaray û Şirnexê lîstikvanî û rahênerî kir îcar berê xwe daye bajarê xwe Geverê.

Ronahiyê dibistana yekem a futbolê li Geverê vekeriye û wê divê ji zarokên Geverî yên ku dixwazin bibin futbolîst re bibe ronahî.

“Xelkê Geverê alikariya min nake”

Ronahî Perîxanê li ser xewn û xeyalên xwe jî got:

“Yek ji armancên min ev bû ku ez ji bo zarokên Geverê dibistaneke futbolê vekim.

Ez gihiştim armanca xwe min dibistan jî vekir lê ya rastî xelkê Geverê alikariya min nake.

Ez heman demê dixwazim dibistaneke futbolê ya taybet ji bo keçan vekim ji bo ku malbatên wan wan bişînin.”

Li vê dibistana Futbolê 2 jê keç  20 zarok hene, zarok heftane 3 rojan perwerdeya futbolê û rahênanê dibînin û piraniya wan jî dixwazin bibin listîkvanên tîma Amedsporê.

“Hedefa min Amedspor e”

Futbolîst Adem Dere anî zimên ku hedefên wan hene û li pey çû:

“Em ji bo antremanê tên, li pêşiya me hedefên me hene, em dixwazin bibin futbolîst.

 Hedefa min a sereke ew e ku ez biçime Amedsporê. Em dixwazin wekî futbolîstên mezin û li tîmên mezin bilîzîn”

“Derfetên Geverê gelekî kêm in”

Futbolîst Yusuf Akgol jî diyar kir ku xewna wî Amedspor e û berdewam kir:

“Ez dixwazim bibim futbolîstekî mezin, berê ez di tîma ciwanan de bûm lê niha ez hatime vir.

Dixwazin li vir bi ser bikevim û biçim Amedsporê ez gelekî ji Amedsporê hez dikim.

Çi kêmasiyên me nînin, em hemû gelekî zîrek in lê derfetên Geverê gelekî kêm in.”

Futbolîst Omer Faruk Aslan banga alîkariyê kir û pê de çû:

“Ji 8 saliya xwe heta niha ez di tîma Şaredariya Geverê de dilîzim, mehek e ez hatime vê dibistanê ez dixwazim bibim futbolîst.

Bila tîmên mezin alikariya me bikin. Ez bi xwe ji Amedsporê hez dikim û dixwazim li Amedsporê bilîzim.”

Ronahî ji bo bipêşêxistina karê xwe  daxwaza alikariyê ji xelkê Geverê, Şaredarî û alî û saziyên pêwendîdar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst