Super Kûpa bû ya Fenerbahçeyê

Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê di fînala Super Kûpayê de Fenerbahçeyê 3-2 karî Galatasarayê.

 

Di fînala Super Kûpayê de îşev Galatasaray û Fenerbahçe hatin beramberî hev. Piştî lîstik bê gol bidawî bû, çûn ser penaltiyan.

 

Di encama penaltiyan de Fenerbahçeyê 3-2 karî Galatasarayê û bû xwediyê Super Kûpayê.

 

Beriya niha, Galatasarayê 3, Fenerbahçeyê 2 û Beşiktaş û Trabzonsporê carekê Super Kûpa standi bû.