Swîsreyê Kamerûn têk bir; lîstika Koreya Başûr û Uruguayê jî bê gol bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de lîstika Koma H ya di navbera Uruguay û Koreya Başûr de bi 0-0 xilas bû. Swîsreyê jî Kamerûn bi golekê têk bir.

Uruguay di lîstika xwe ya yekem a Koma H ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de bi Koreya Başûr re 0-0 ma.

Uruguayê bi Rochet, Gimenez, Godin, Olivera, Caceres, Vecino, Bentancur, Pellistri, Valverde, Suarez û Nunez bi 11an dest bi lîstikê kir, Fernando Muslera, Lucas Torreira û Maxi Gomez li kêlekê lîstik temam kirin.

Di heman demê de, Uruguay ji Hezîrana 2002an vir ve yekem car e ji bilî Fernando Muslera di 11 a destpêkê ya lîstikeke Kûpaya Cîhanî de golparêzekî din bikar anî.

Di du derfetê yekem a Uruguayê de, stûnan rê nedane golê.

Li aliyê din golparêz Fernando Muslera yê ku navê wî bi Tîma Neteweyî ya Uruguayê re bûye yek, piştî 12 salan cara yekem di pêşbirka Kûpaya Cîhanî de wek golparêzê tîma neteweyî derneket stadê.

Swîsre: 1 - Kamerûn: 0

Swîsreyê di lîstika xwe ya yekem a Koma Gyê de Kamerûnê 1-0 têk bir.

Breel Embolo yê bi eslê xwe ji Kamerûnê, gola serkeftinê ya Swîsreyê avêt.

Haris Seferovic ê lîstikvanê Swîsreyê û Kevin Nkoudou ê Kamerûnê li kêlekê li ser kursiyê dest bi lîstikê kirin. Di Kamerûnê de Vincent Aboubakar jî ne di nav 11 kesên destpêkê de bû.

Her çend di nîva yekem de Kamerûn bêhtir derfet bi dest xistibin jî, di yên dawî de bi ser neket. Tîm bi encama 0-0 çûne salonê.

Di nîva duyemîn a lîstikê de ku hîn xulek  nû bibûn 48, Shaqiri gog şande qada cezayê û Embolo Swîsre 1-0 pêş xist.

Di xulekên mayî de gol tunebûn, Swîsre bi serkeftinê çû salonê.