Di çarçoveya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ya li Qaterê de her du tîmên di Gûba Eyê de Spanya û Kosta Rica derketin pêşberî hev
Hewlêr (Rûdaw) – Di Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Spanyayê bi hesanî bi ji tîma Kosta Rica derbas kir. Lîstika Spanyayê û Kosta Rica bi encama 7-0 di berjewendiyê Spanyayê de bi dawî bû.
Di çarçoveya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ya li Qaterê de her du tîmên di Gûba Eyê de Spanya û Kosta Rica derketin pêşberî hev.
Tîma Spanya ku ji destpêka lîstikê heta dawiya lîstikê tîma serdest bû, 7 gol li hemberî Kosta Rica tomar kir.
Lîstikvanê Spanyayê di xuleka 11emîn de gola yekem avêt û di xuleka 21emîn de jî Marco Asensio golek tomar kir. Piştî gola Ferran Torres a di xuleka 31emîn de bi penaltiyê avêtî di nîva yekem ti gol din çênebû û nîva yekem bi encama 3-0 dawî bû.
Di nîvê duyemîn de, Wales bi serdestiya xwe nîşan da û lîstikvanê wê Gareth Bale di xuleka 82yemîn de bi penaltiyê golek li ser navê tîma xwe tomar kir.
Di nîva duyem de jî tîma Spanyayê serdestiya xwe nîşan da û Ferran Torres di xuleka 54emîn de gola xwe ya duyemîn avêt.
Di xuleka 75ê min de Gavî û di xuleka 90mîn de Soler û di xuleka 90+2 Morata her yekê golek li ser navê tîma xwe tomar kirin û lîstik bi encama 7-0 di berjewendiyê Spanyayê de bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse