Krîza darayî derbe li futbola Tirkiyê jî da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê daketina nirxê lîre bûye sedema krîzeke mezin. Yek ji van sektorên ku ji ber vê krîzê ketiye rewşeke xerab jî sektora futbolê ye.

Bahora Coronayê, li seranserê cîhanê derbeke mezin li werzişê, taybet jî futbolê dabû, li Tirkiyê jibilî Coronayê, kûrbûna krîza darayî jî rewşa tîmên futbolê gelek xerabtir kir.

Ahmet Nur Çebî, Serokê Beşîktaşê ku yek ji tîmên diyar û mezin ên Tirkiyê ye, ji medya Tirkiyê re behsa karîgeriyên vê `krîza darayî` ya li ser futbolê kir.

Ahmet Nur Çebî amaje bi daketina nixê lîre kir û got, “Di warê darayî de birêvebirina çalakiyên werzişî, taybet jî futbolê, gelek dijwartir bûye.”

Budceya îsal a mûçeyan a tîma Beşîktaşê derdora 35 milyon Euro ye, budceya Fenerbahçeyê derdora 33 milyon Euro û budceya mûçeyan a Galatasarayê jî nêzikî 50 milyon Euro ye.

Tîmên futbolê krediyên ku berî niha ji bankeyan bi diravên biyanî wergirtibûn, li gor biryarekê dê bi lîreyê Tirkî ji bankayan re vegerînin.

Deynê giştî Fenerbahçe, Galatasaray, Beşîktaş û Trabzonsporê bo bankeyan, gihiştibû 893 milyon dolaran.

Herwiha tîmên futbolê mûçe û pereyê futbolîstan jî li ser diravên dolar û euro didin, ji ber wê yekê daketina nirxê lîre li beramber diravên biyanî karîgeriyeke gelek xerab  a yekser li ser futbola Tirkiyê jî kiriye.

Ev di demekê ye ku niha her dolarek Amerîkî bi 13 lîreyên Tirkî ye û her bi vê sedemê, hejmareke kompaniya Apple jî di nav de firotina kelûpelên xwe li Tirkiyê rawestandin û li hejmareke bajaran jî li dijî hikûmetê xwepêşandan birêve çûn.