Zarokekî Kurd li Nemsayê di Taykwandoyê de medalyaya zêr wergirt

25-10-2021
RÛDAW
Ciwan Ferhad Ebdulqadir Gurî, li Nemsayê di Taykwandoyê de medalyaya zêr bidestxist.
Ciwan Ferhad Ebdulqadir Gurî, li Nemsayê di Taykwandoyê de medalyaya zêr bidestxist.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê li Nemsayê medalyaya zêrîn a Taykwandoyê wergit.

Zarokekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Ciwan Ferhad Ebdulqadir Gurî di Takwandoyê de medaliya Zêrîn a Şampyona Vekirî ya Nemsayê wergirt.

Ciwan Ferhad Ebdulqadir Gurî ji Rûdawê re diyar kir ku wî ji temenê 6 saliyê ve li Dubey dest bi lîstika Taykwando kiriye, sala 2018 li gel malbata xwe çûye Nemsayê û heta niha li wir dijî.

Ciwan da zanîn ku li Nemsayê sala 2018 medalyaya zêr wergirtiye, sala 2019an jî beşdarî 2 şampyonên li ser asta Vîyenna û Nemsayê bûye, di herduyan de jî medalyaya zêr bidestxistiye û sala 2020an jî ji ber Corona şampyon nehat kirin.

Werzîşvanê Kurd herwiha eşkere kir ku wî yekem car li ser daxwaza bavê xwe dest bi Takwandoyê kiriye, lê paşê heza wî li hemberî wê werzîşê zêde bûye.

Derbarê armanca xwe de jî got ku ew dixwaze li ser asta cîhanî weke Kurdekî jî serkevtinê bidest bixe.

Bavê wî, Ferhad Ebdulqadir jî diyar kir wî berê hemû zarokên xwe daye Takwandoyê û ti bandorekî neyînî li ser dersên wî nekiriye û heza li hemberî  Takwandoyê zêde ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst