VIDEO - Golparêzê Arjantînê Martinez: Bijî Kurdistan!

Hewlêr (Rûdaw) - Şampiyonê Kupaya Cîhanê golparêzê Arjantînê Emiliano Martinez bi gotina "Bijî Kurdistan" silav ji Kurdan re şand.

Kuaforê Kurd Serdar Xurşîdê ku li bajarê Birminghamê yê Îngilîstanê dijî, vîdyoya golparêzê tîma neteweyî ya Arjantînê Emiliano Martinez ku dibêje “Bijî Kurdistan” ji Rûdawê re şand.

Xurşîd bi golparêzê navdar ê ku ew tiraş kir silav ji Kurd û Kurdistanê re şand.

Emiliano Martinez niha golparêzê tîma Aston Villa ya Brîtanyayê ye.

Arjantîn di Kûpaya Cîhanê ya 2022yan a ku li Qeterê hatibû lidarxistin de bûbû şampiyon.

Emiliano Martinez di Kûpaya Cîhanê de golparêzê tîma netewî ya Arjantînê bû.

Martinez ji aliyê FIFAyê ve wekî golparêzê herî baş ê mêr hatibû hilbijartin û “Lepikê Zêrin” bidest xistibû.