Rêveberiya Amedsporê bersiva Denîz Nakî da

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Amedsporê bersivan futbolîstê berê yê Amedsporê Denîz Nakî da ku xwestibû bangî Serokê Amedsporê Azîz Elaldi îstifa bike.

Kaptanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî xwestibû ku Serokê Amedsporê Azîz Elaldi îstifa bike.

Rêvebirên Amedsporê têkildarî vê daxwaza Denîz Nakî daxuyanî da.

Rêveberî û Pêkhateyên Amedsporê û endamên Lijneya Îstîşare ya Bilind, li Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) civîna çapemeniyê li dar xist.

“Çanda ku Amedspor jê hatiye çanda rexne û rexnedayînê ye”

Serokê Lijneya Îstîşareya Bilind Burç Baysal axivî û destnîşan kir ku kevneşopiya rexnekirin û rexnedayîn a Amedsporê heye û got:

“Di her du lîstikên lîga yekem a  Federasyona Futbolê ya Tirkiyê   de encamên ku me dixwest me bidest nexist.

Di vê derbarê de ji bo tişta pêwîst were kirin û kêmasiyên me were çareserkirin em bi hemû pêkhateyên xwe re dixebitin.

Em dixwazin bibîrbixin ku em hîna di destpêka vê riyê de ne.

Wekî hûn jî dizanin çanda ku Amedspor jê hatiye çanda rexne û rexnedayînê ye.”

Banga Denîz Nakî

Kaptanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî bangî Serokê Amedsporê kiribû û gotibû heta dawiya heftiyê dem heye ku tu îstifa bikî, eger nekî ew dê hinek tevgerî nelirê eşkere bike.

Denîz Nakî wiha gotibû:

“Divê pratîkên te yên serokatiyê yên ku li Amedsporê nayên êdi biqedin.

Ji bo tu îstifa bikî heta dawiye hefteyê dema te heye, heke na ez dê mecbûr bimînim ku tevgerên te yên nelirê ji raya giştî re eşkere bikim.

Li hemberî dildar û civaka Amedsporê deynê stûyê min e.”

“Tiştekî ku kulûba me nikare eşkere bike nîne”

Wekî bersiva vê banga Denîz Nakî jî Burç Baysal got:

“Hedefgirtina serok û rêveberên kulûbê, bi tunehesibandina çanda muzakereyê ya kulûba me ya li medya civakî û qenalên din, ji bilî zererdayîna kulûbê te wateyeke xwe nîne.

Ev nêzîkatiyên ku tîma me tine dihesibînin em bi ti awayî qebûl nakin.

Bila hemû alîgirên û yên dil dane Amedsporê bizanin ku tiştekî ku kulûba me nikare eşkere bike nîne.”