Jinên Geverî bûn şampiyon, êdî cihê wan Lîga Super e

Tîma Yuksekova Sporê /Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan Yuksekova Sporê (Gever) li mala xwe Dudulluspor 1-0 têk bir û bû şampiyan.

Yuksekova Spor bi vê serkeftinê derket Lîga Super.

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekova Sporê (Gever) ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê di maça dawî ya Play Offê ya Lîga Yekemîn a Jinan a Tirkiyeyê de li stadyûma xwe bi tîma Stenbolê Dudullu Sporê lîst.

Yuksekova Sporê bi gola Bîrsen Bozbagê ya xuleka 36an Dudullu Spor 1-0 têk bir.

Yuksekova Spor bi vê serkeftinê di Lîga Yekemîn a Jinan a Tirkiyeyê de bû şampiyon û derket Lîga Super.