Evîndarî ji bo tenduristiyê bi sûd e

24-02-2018
RÛDAW
Nîşan Tenduristî Evîndarî Hevjînî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Ji çend aliyan ve peywendiya evîndarî û tenduristiyê hene. Xoştivî yan jî evîndariyeke bi rêk û pêk, demdirêj ji bo tenduristiya mirov bi sûd e.

 

Ji ber ku peywendiyên dildariyê yên dem kurt û pir bi aloz dibin sedama guvaşên derûnî. Berovajî peywendiyên bi rêk û pêk û dem dirêj jî dibin sedema wê yekê dilê mirov zêdetir aram dibe û baweriya mirov bi xwe jî zêde dibe.

 

Sûdên evîndariyên yên li ser tenduristiya mirovan bi lêkolînên zanistî jî hatine selimandin.

 

1- Zêde pêwîstiya mirovan bi pizîşkan namîne:

 

Raporta Wezareta Tenduristî ya Amerîkayê, ku pişta xwe bi lêkolînên derbarê xoştivîbûn û evîndariyê, herwiha jiyana hevjîniyê ve girê dide, dibêje kesên xwedî peywendiyeke bi rêk û pêk in, kêmtir nexweş dibin û kêmtir neçar dibin serdana pizîşkan bikin.

 

2- Li dijî xemxariyê ye:

 

Heman raport dibêje, peywendiya xoştivibûneke bi rêk û pêk û hevjînî, egera xemxwariya jin û zilaman kêm dike. Berovajiyê vê, kesên ne dildar û evîndar bin zêdetir dikevin dorpêça tenêbûnê ev yek jî dihêle ku xemxwar bin, bibin alûdeyê mey û madeyên hişbir. Herwiha ew kes rastê guvaşeke derûnî dibin. Bi kêmbûna guvaşên derûnî hemû endamên laşê mirov zêdetir dikarin li hember nexweşiyan liberxwe bidin, kêmtir nexweş bibin.

 

3- Guvaşa xwîn dadixe:

 

Vekolînekî eşkere kiriye, ku evîndariyeke bi rêk û pêk û jiyana hevjîniyê ya bê pirsgirek û alozî, rastê guvaşa xwînê nayên. Herî zêde jî kesên peywendiyên wan aloz rastê vê nexweşiyê tên.

 

4- Diltengî kêm dibe:

 

Li gorî vekolîneke Zanîngeha New Yorkê, ku bi riya skana mejiyê ve hatiye kirin, derdixe holê ku dema jinek destê xwe dide destê hezkiriyê xwe, kêmtir ditirse, kêmtir dilteng dibe, li hember bûyeren ji nişkê ve diqewimin jî zêdetir dikare amade be.

 

5- Li dijî êş û janê ye:

 

Navenda kontrolkirin û pêşîgirtina nexweşiyan a Amerîkayê di encama vekolîneke zanistî de dibêje, kesên xwediyê peywendiyeke dildarî ya baş û jiyana hevjîniyê ya bi aram bin kêmtir serê wan û pişta wan diêşe.

 

6- Nexweşî û birîn zûtir sax bidin:

 

Vekolerên ZZanîngeha Ohayo ya Amerîkayê di encama vekolînên xwe de selmandine, ku peyweniya derûneke aram bi dildarî û jiyana hevjînî ya bi rêk û pêk re heye. Herwiha birînên wan kesan zûtir sax dinbin. Lê ewên xembar, hertim aciz û ne aram birînên wan zû sax nabin.

 

7- Temendirêj in:

 

Egera mirina kesên bi tenê li gorî kesên hevjîniyeke aram û hevsoz dikin % 58 zêdetir e. Ewên bi tenê ne û goşegir in, ji hemû aiyan ve egera mirina wan jî zêdetir e.

 

8 – Dilxweş in:

 

Vekolîneke derbarê psîkolojiya malbatî de derxistiye, ku asya xoştivîtî û hezkirina di nava malbatê de, bi tevê ku sûdê dide dahata madî, ji bo hestpêkirina bi bextewerî û razîbûna ji jiyanê jî pir giring e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst