Amed (Rûdaw)- Di lîstika li Amedê hatî lêyistin de tîma Galatasarayê tîma Amedsporê 4 û 1 têkbir.
Di çarçoveya Kûpa Zîraatê ya Tirkiyeyê de Amedspor û Galatasaray vê êvarê saet 17.00ê li Stada Amedê hatin beramberî hev. Li Yarîgeha Ataturk a Amedê tîma Galatasarayê 4 û 1 karî tîma Amedsporê.
Di piştî vê lîstikê Amedsporê ti puan ne stand û Galatasarayê 3 puan stand û tevahiya puanên wê bû 9.
Yarîgeha Amedsporê ji ber ku ne saxlem e bi tenê 4 hezar û 600 kesa karin dê li yarigehê lîstikê bişopînin.
Di dema lîstikê de hin alîgirên Galatasarayê ji bo ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan jî aligirê wê tîme ye, pankartek li ser “Em ji te jî yê ji te hez dike jî hez dikin” nivîsandî rakirin.
Komek din yê şopînerê listîke jî pankartek li ser “Kurdistan raneze û Roboskiyê ji bîr neke” nivîsandî rakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse