Keça Kurd di boksê de bû duyemîna Ewropayê

23-11-2023
RÛDAW
Nîşan Boks Keça Kurd Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keça Kurd a ji Şirnexê Nurselen Yalgetekîn di boksê de bû duyemîna Ewropayê.

Malbat, heval û rahênerên wê ji bo pêşwaziya Nurselen Yalgetekîna ku di werzişa boksê de bû duyemîna Ewropayê li Balafirgeha Şerafetîn Elçiyê ya li Cizîra Bakurê Kurdistanê ne.

Keça Kurd a ji Cizîra Botanê di Şampiyoniya Boksê ya Ewropayê de ya ku hefteya borî li welatê Montenegroyê hat lidarxistin di asta ciwanan de bû duyemîn û madalyaya zîv wergirt.

Li welatê xwe bi kulîlk û çepikan pêşwazî lê hat kirin.

Boksora Kurd Nurselen Yalgetekînê anî ziman:

“Armanca min a boksê şampiyoniya Ewropa û cîhanê ye. Armanca min a herî mezin jî şampiyoniya olîmpiyatan e.

Ji bo ku ez bigihêjim armancên xwe ez dixebitim û ez di vê şampiyoniya Ewropayê de jî bûme duyemîn.”

Rahênerê wê dibêje dê ew sala bê jî ji bo şampiyoniyê bixebite û bibe yekemîn.

“Xwe pêş dixe û jêhatî ye”

Rahênanê boksê Ridvan Budak jî got:

“Em careke din bi Nurselenê serbilind bûn. Di şampiyoniya Ewropayê de bû duyemîn.

Hêviya me ew bû ku bibe şampiyon lê ew şampiyona dilê me ye û werzîşkareke serkerftî ye.

Berdewam xwe pêş dixe û jêhatî ye.”

Nurselen meha îlonê li parêzgeha Kocaeliyê jî li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûbû şampiyon.

Ew ji aliyekî ve boksê dike û li aliyê din jî perwerdeya xwe ya lîseyê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst