Şampiyona dawî bi 4 golan dest bi Kûpaya Cîhanî kir

23-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kûpaya Cîhanî Fransa Awustralya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanê ya 2022an de, şampiyona dawî Fransa di pêşbirka yekem a Koma Dyê de Awustralyayê 4-1 têk bir.

Di pêşbirka ku li Stadyuma Al Jonoub hat lîstin de Craig Goodwin Goodwin di xuleka 9emîn de Awustralyayê 1-0 xist pêş.

Piştî gola Awustralyayê Fransa kontrolê xist destê xwe. Di xuleka 27an de Adrien Rabiot û di xuleka 32an de Oliver Giroud dîkan 2-1 xist pêş û nîveka yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Di nîveka duyem a pêşbirkê de jî serdestiya Fransayê berdewam kir. Di xuleka 68an de Kylian Mbappe û di xuleka 71an de Giroud encama pêşbirkê diyar kirin û Fransa Awustralya 4-1 têk bir.

Bi vê encamê Fransa di Koma Dyê de ket rêza yekem û Awustralya jî di rêza dawî de cih girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst