Tutumlu û Deverikos şampionên “ Spanya Iber GT” ya 2013
Hewlêr (Rûdaw) - Pêşbaziy navdelwetî Spanya Iber GT ya 2013, ya ku di nava salê de li cihên cûrbecûr tê lidarxistin, roja yekşemê li meydana Barcelona-Catalunya bi dawî hat, ajokarên erbeya Porsche ya Autorlando Sport, yê kurd-kataln Isaac Tutumlu û hevrêyê wî yê yewnanî Dimitris Deverikos bûn şampionên vê pêşbaziyê.
Di derbarê vê serkeftinê de Tutumlo ji ajansa ragihandinê ya sporê CTR Press daxuyand da û behsa zehmetîyên ku wî derbaskirin di meydanên pêşbaziyê de û ku ew bi vê serkeftinê gellek kêfxweş e. Tutumlu weke di hemû serkeftinên xwe yên berê dîsa serkeftina xwe diyarî gelê kurd û malbata Barzanî kiribû. Her wisa spasiya heval û malbata xwe kiribû ji bo piştgiriya wan. Tutumlo di dawiya axaftina xwe de destnîşankir ku ewê nêzîkde ligel Tîma Barzanî Racing hinek projeyên mezin ragihînin ji bo sala 2014an.