Tutumlu û Deverikos şampionên “ Spanya Iber GT” ya 2013

23-11-2013
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw) - Pêşbaziy navdelwetî   Spanya Iber GT ya 2013, ya ku di nava salê de li cihên cûrbecûr tê lidarxistin, roja yekşemê  li  meydana  Barcelona-Catalunya bi dawî hat, ajokarên erbeya Porsche ya Autorlando Sport, yê kurd-kataln Isaac Tutumlu û hevrêyê wî yê yewnanî Dimitris Deverikos bûn şampionên vê pêşbaziyê.

Di derbarê vê serkeftinê de Tutumlo ji ajansa ragihandinê ya sporê CTR Press daxuyand da û behsa zehmetîyên ku wî derbaskirin di meydanên pêşbaziyê de û ku ew bi vê serkeftinê gellek kêfxweş e. Tutumlu weke di hemû serkeftinên xwe yên berê dîsa serkeftina xwe diyarî gelê kurd û malbata Barzanî kiribû. Her wisa spasiya heval  û malbata xwe kiribû ji bo piştgiriya wan. Tutumlo di dawiya axaftina xwe  de destnîşankir  ku ewê nêzîkde ligel Tîma Barzanî Racing  hinek projeyên mezin ragihînin ji bo sala 2014an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst