Tîma Hêza Colemêrgê ya Futbola Jinan amadekariyên sezona nû dike

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Hêza Colemêrgê ya Futbola Jinan ji bo serkeftinê bê rawestan û navber antramanan dike.

Tîma Hêza Colemêrgê par piştî ku di Lîga Playoffê de li beramberî tîma Şaredariya Enqereyê têk çû, hewldanên wê yê di lîgê de bi dawî bûn.

Îsal di tîma Hêza Colemêrgê de guherînên berbiçav hene. 

2 lîstikvanên biyanî beşdarî tîmê bûne û 5 lîstikvanên nû jî tevlî kadroyê bûne.  

Berpirsa Teknîkî ya Hêza Colemêrgê ya Futbola Jinan Cemîle Timurê diyar kir ku ew naxwazin gotinên mezin bikin lê îsal wan xwe baş amade kiriye.

"Em par heta Playoffê hatibûn"

Cemile Timurê  got:

“Hêza Colemêrgê ji vegeran hez dike. Ez naxwazim gotinên mezin bikim lê me îsal tîmeke baştir amade kir û armanca me ew e em derkevin rêzên pêştir. Em par heta Playoffê hatibûn."

Pêdiviya tîma Hêza Colemêrgê bi 4 lîstikvanên din heye.

Ew dixwazin 3 lîstikvanên ji Afrîkayê û yekê jî ji Polonyayê transfer bikin.

Ew tîm di warê aborî de rûbirûyî zehmetiyan dibe û berpirsên tîmê piştgiriyê dixwazin.

"Di warê madî de jî pirsgirêkên me çêbûn"

Cemîle Timurê herwiha got:

“Di warê madî de jî pirsgirêkên me çêbûn. Sala borî bi piştîvaniya parêzgariyê û îdareya taybet tîma me li ser piyan ma.

Ez dixwazim di vî warî de gel û karsazên Colemêrgê jî piştgiriyê bidin me.”

Yek ji lîstivanên îsal ên biyanî ji Kamerûnê ye û li defansê dilîze.

Ya din jî xelka Kolombiyayê golparêz Camîla Roman a 29 salî ye.

Tevî van her du lîstikvanan niha di tîmê de 7 lîstikvanên biyanî cih digirin.

Lîstikvana ji Kamerûnê Nguiadem Kamdem Annecy Candideyê got:

“Ez gelekî kêfxweş im bi vê derfeta ku rahênerê Hêza Colemêrgê daye min û kêfxweş im di vê tîmê de dilîzîm.

Min ev der pir eciband û tîmeke me ya baş heye.”

Golparêz ji Kolombiyayê Camîla Romanê jî got, “Ez gelekî kêfxweş im bi vê derfetê. Colemêrg gelekî xweş e.”

Hêza Colemêrgê dê sezona nû de bi 16 tîman re hevrikiyê bike.

Lîstika ewil a Hêza Colemêrgê jî 27ê vê mehê bi tîma Adana Îdmanyurdusporê ye.