Bi hezaran zarok û ciwan dixwazin bibin stêrkên Amedsporê

Amed (Rûdaw) – Tîma futbolê Amedspor futbolîstên zarok û ciwan hildibijêre.

Li tesîsên Şêxmus Ozerê yên Amedsporê bi hezaran zarok û ciwan ji bo di Amedsporê de rahênan û perwerde ya xwe bikin û bibin stêrkên futbolê di dora rahênan a neqandinê de ne.

Zarok û ciwanan ji hemû bajarên Tirkiye û Bakurê serî li Amedsporê daye ku bibin futbolîstê wê.

Serlêder di çevdêriya rahênerên Amedsporê de bi hevtemenên xwe re futbolê dileyîzin û bi wî awayî futbolîstên serkeftî tên hilbijartin.

Piştî bernameyê ew futbolîstên serkeftî dê di bin banê Amedsporê de werin perwerdekirin.

Eger heye ku ji wan zarokan hinek bibin stêrkên futbola cîhanî.

Tîma keskesor Amedspor bi armanca xurtkirina binesazîya qulubê û keşifkirina futbolîstên zîrek zarok û ciwanênên futbolîst ên serkeftî hildibêjere.

Navên beşek wan futbolîstên Ciwan, Baran, Şiyar, Hêmin, Xerzan, Aram û Dildar e.

Ew bi  formayên stêrkên cîhanî yên wek Messî, Ronalda,  Bamos û Bellingham bi kelecenake mezin li hêvîya dora xwe ne ku xeyalên her hemûyan jî heman e.

Ew dixwazin ji Amedsporê fir bidin li yarîgehên cîhanê yên bi nav û deng in xwe bidin zanîn.

“Ez dixwazim wekî Denîz Nakî bileyîzim”

Futbolîst Rêber Macar ji Rûdawê re got:

“Navê min Rêber Macar. Ez dixwazim wekî Denîz Nakî bileyîzim.

Ez pir ji Denîz Nakî hez dikim. Ev çend sal in ez têm maçên Amedsporê. Ji bo wê jî ez hatim neqandina futbolîstan.”

Futbolîst Esat Remezan Ceylan jî got, “Taxima şehre me ye, loma dixwazim werim Amedsporê”

Futbolîs Baran Ahmetoglu jî got, “Ez 14 salî me û dixwazim bibim futbolîst loma jî hatim Amedsporê.”

Futbolîst Mihemed Aslan jî got ku ew dixwaze bibe futbolîstekî wekî Şêxmus Ozer.

Malbatên zarokan jî di turubînan de cihe xwe girt û bi heman kelecanî li hêvîya encameke bi dile xwe bûn.

“Ez dixwazim zarokên min li pey xeyalên xwe bazdin”

Dayîka futbolîstekî Yazgul Kiliçê got:

Min lawê xwe anîye. Ez dixwazim zarokên min li pey xeyalên xwe bazdin.

Min wisa jî kir. Zilamê min rehmet kiriye, ji ber wê zarokên min çi xwest min got bila li gorî dile wan bibe.”

Welatî Yaşar Tekîn jî got, “Em dixwazin di Amedsporê de bibe futbolîst.Hem tîma xwe hem jî xwe pêş bixe.

Bernameya neqandinê di çar kategorîyan de tê kirin û dê 4 rojan dewam bike.

Li gorî dema diyarkirî ji 22yê vê mehê heta 25ê mehê, zarok û ciwanên dîroka ji dayîkbûna wan 2007-2008-2009 û 2010 in dê werin neqandin.

Yek ji rahênerê Amedsporê Nûrettîn Şîro jî got:

“Ev futbolîstên em hildibijêrin em dê beralîyê tîmên futbolê yên vê heremê bikin.

Armanca me jî ew e, em van hemû ciwanên li herêma başûrê rojhilat ji Amedsporê derxin û bi ber asteke bilind ve pêş bixin.”

Li gorî zanyariyên ji Amedsporê hatine ragihandin heta niha bi hezaran ciwanan serî lê daye û heta dawî rojê hejmara  serlêderan dê bigihîje zêdetirî 6 hezar kesî.