Diyarbekirspor 13 hefte ne têk neçûye

Amed (Rûdaw) - Tîma keskesor Diyarbekirspor bi 33 pûanan di lîga sêyemîn a Tirkiyeyê de, bi serkeftineke mezin di rêza duyemîn de cihê xwe girt. Armanca Diyarbekirsporê ew e ku di dawiya sezonê de bibe şampiyon û derbasî lîga duyemîn bibe.

Tîma keskesor Diyarbekirspor ji kampa Antalyayê vegeriya û çû Amedê. Niha dixwaze bi lîstikeke baştir dilê alîgirên xwe xweş bike.

Diyarbekirspor ku di lîga sêyemîn a futbolê de dilîze, bi 33 pûanan di rêza duyemîn de cih digre. Tam 13 heftiyan li ser hev qet têk neçû. Rêveberên tîmê dixwazin vê serkeftina xwe berdewam bikin.

Alîkarê Serokê Diyarbekirsporê Veysî Avşar ji Rûdawê re got: “Em tîmeke xwedî armanc in. Bajarê me jî wisa ye. Înşela em ê yarî bi yarî biçin û di dawiya sezonê de bibin şampiyon. Lewre ev bajar her tiştekî baş heq dike. Em weke Diyarbekirspor, dixwazin dilê xelkê Diyarbekirê xweş bikin.

Diyarbekirspor vê serkeftina xwe û stîla xwe ya lîstikê deyndarê rahênerê navdar Şenol Demîr e. Lewre Demîr piştî ku transferê tîmê bû, bi xwe re jî serkeftinan anî.

Rahênerê Diyarbekirsporê Şenol Demîr jî got: “Di sezona yekemîn de me grafîkeke pir serkeftî derxist holê. Lê lîg di sezona duyemîn de zehmetir e. Bi qasî 15 pêşbirgên fînalê hene. Înşelah ji bo em bikaribin derbasî lîga duyemîn bibin, çi ji destê me bê em ê bikin.”

Sezona nû ya lîga 3emîn di 28ê vê mehê de dest pê dike. Lê beriya sezonê tîma keksekor 3 futbolîz ji Tuzlaspor û Osmaniyesporê transfer kirin. Transferên nû ji xwe bawer in.

Futbolîzê Diyarbekirsporê Onay Kutay Kurt jî got: “Înşelah em ê di heftiya duyemîn de ji rikaberê xwe bibin. Em dixwazin heftiya duyemîn de bibin pêşengê lîgê. Armanca me şampiyonî ye.”

Futbolîzê Diyarbekirsporê Baran wiha axivî: “Em ê heta dawiyê têbikoşin. Ji bo ku em bibin şampiyon, em ê her tiştî bikin. Em pir kêfxweş in.”

Futbolîzê Diyarbekirsporê  Hakki Îsmet Şîmşek jî da zanîn ku ew ew ji Tuzlasporê nû hatiye û got: “Ji bo şampiyoniyê hatim. Ez bawer im ku em ê bigihijin armanca xwe.”

Ji bo ku Diyarbekirspor bikaribe ji lîga 3emîn derbasî lîga 2emîn bibe, divê dawiya sezonê de bibe şampiyon.