Boksorê kurd lepikên xwe ji bo zarokên Kobanî firot!

Hewlêr (Rûdaw) – Boksorekî kurd ê Bakurê Kurdistanê, ew lepikên ku pê hevrikê xwe têk biribû, ji bo zarokên Kobanî firot!

Boksorê kurd ê bi navê Îsmaîl Ozen, ku xelkê bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye, di yariyeke boksê de ku li Almanyayê hatibû lidarxistin, li hember hevrikê xwe yê sirbî serkeftin bidest xist û ew “nak out” kir.

Piştî yariyê, Îsmaîl Ozen ragihand ku ew dê lepikên ku pê hevrikê xwe têk biriye, ji bo piştevaniya zarokên Kobanî yên ji ber DAIŞê ji warê xwe reviyane, bifroşe.

Ozen diyar kir ku wî serdana kampên penaberên Kobanî yên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê kiriye û dîtiye ku rewşa zarokan pir xirab e, lewma biryareke wiha daye.

Di salona yariyê de hunermendê kurd Ferhad Tûnç jî bi stranên kurdî piştgirî da boksorê kurd.

Hat zanîn ku lepikên Îsmaîl Ozen bi 3 hezar euro hatiye firotin.






Îsmaîl Ozen-Ferhad Tûnç


Îsmaîl Ozen di nav zarokên Kobanî de