Golparêzê Meksîkayê rê neda Lewandowski, pûan hatin parvekirin

22-11-2022
RÛDAW
Nîşan Meksîka Poland Robert Lewandowski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka ewil a Koma C ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an de Meksîka û Poland 0-0 man.

Di pêşbirka Koma C ya Kûpaya Cîhanî de Meksîka û Poland piştî 44 salan li Stadyûma 974ê hatin hemberî hev.

Polandê di xuleka 57emîn a pêşbirkê da piştî nirxandina VARê penaltiyek qezenc kir.

Golparêzê Meksîkî Guillermo Ochoa ku di du tûrnûvayên dawîn de di rojevê de bû, di xuleka 58an de penaltiya ku stêrkê Polandî Robert Lewandowski bi kar anî xilas kir.

Ji ber ku di xulekên mayî de dengê golan nehat, pêşbirk wekî ku dest pê kiribû bê gol bi dawî bû.

Her du tîm asta tîmên neteweyî de cara dawîn di sala 1978an de li Arjantînê hatin hemberî hev. Polonya di pêşbirka komê de Meksîka 3-1 têk biribû.

Meksîka di 17 Kûpayên Cîhanî yên ku beşdarî wan bûye de du caran derketiye fînala çaryekê. Li aliyê din Polonya di organîzasyona ku dê cara 9emîn beşdarî dibe du caran bû sêyemîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst