Pêşbirka Denmark û Tûnisê bê gol bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka yeke a koma D ya kûpaya Cîhanî ya li Qeterê de Denmark û Tûnis 0-0 wekhev man.

Pêşbirka ku li stadyûma Perwerdehiyê hat lîstin de her çiqas Denmark serketfî lîst jî ti aliyek gol neavêtin û pêbirk bê gol bi dawî bû û herdu aliyan 1 pûanî bidest xistin.

Bi vê encamê di tûrnûvaya kûpaya Cîhanê ya ku li Qeterê tê lidarxistin de cara ewil e ku pêbirkek bê gol bi dawî bû.

Digel ku Tûnis di her 5 tûrnûvayên ku tê de beşdar bû de nekarî ji komê derkeve, Denmark di Kûpaya Cîhanî ya 1998an de derket çaryeka fînalê.