Erebistana Siûdiyê li hemberî Arjantîn suprizek kir

Hewlêr (Rûdaw) - Arjantîna ku di Kûpaya Cîhanê ya 2022an de weke yek ji tîmên herî mezin ên şampiyoniyê dihat nîşandan, di lîstika xwe ya yekemîn de li hemberî Erebîstana Siûdî bi encama 2-1 têk çû.

Di çarçoveya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ya li Qaterê de her du tîmên di Gûba Cyê de Arjantîn û Erebistana Siûdiyê derketin li hemberî hev.

Erebîstana Siûdî bi golên Saleh El Şehrî ya di xuleka 48 û Salem El Dawsarî ya di xuleka 52an de suprizek kir û bi encama 2-1 Arjantînê têk bir.

Bi vê encamê Erebîstana Siûdî 3 pûanan bidest xist û Arjantînê jî di 0 puanî de ma.

Gola Arjantînê di xuleka 10emîn de Lionel Mesî ji penaltiyê avêt.

Lionel Messi bi vê gola wek lîstikvanê pêncemîn ku di 4 Kupayên Cîhanê de golek avêtiye, navê xwe tomar kir.

Di lîstika duyemîn a komê de Arjantîn 26ê Mijdarê roja Şemiyê bi Meksîkayê re tê hemberî hev. Erebîstana Siûdî dê di heman rojê de bi Polande were bilehîze.