Dalkurd nêzîkî Lîga Yekem a Swêdê bû

22-11-2021
RÛDAW
Dalkurd tenê du pêşbirkan ji lîga yekem a Swêdê dûr e
Dalkurd tenê du pêşbirkan ji lîga yekem a Swêdê dûr e
Nîşan Dalkurd Norra Superettan Haninge Yasîn Aras Samouil Izountouemoi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rikaberiya werza 2021-2022 ya xula herêmî ya Norra ya Swêdê bi dawî hat. Tîma Dalkurdê di dawî pêşbirkê de xalek ji tîma Haningê wergirt û tenê du pêşbirkan ji lîga yekem a Swêdê dûr e.

Di çarçova rikaberiyên gera 30 a vê xulê de (Division 1 Norra), tîma Dalkurd bû mêvana tîma Haningê û pêşbirk bi yeksanî temam bû.

Rickson Mansiamina xuleka 38 tîma xwediya malê pêş xist û di xuleka 44 de jî Fabio De Sousa Silva li ser navê Dalkurdê bersiva vê golê da û beşa yekem a pêşbirkê bi encama 1-1 temam bû.

Di beşa duyem de Dalkurdê zexta li ser xwediya malê zêde kir û di xuleka 65an de Bakhtiar Rahmani Dalkurd 2-1 bi pêş xist. Lê Mattias Mitku di dawî xuleka pêşbirkê, di xuleka 88an de golek bo Haningê tomar kir û xalek bo tîma xwe xilas kir, encam: 2-2.

Dalkurd ku di her çar pêşbirkên xwe yên dawî de hevrîkên xwe têk birin, werza yekem a lîgê bi 62 xalan di rêzbendiya duyem de temam kir.

Dalkurdê bi giştî di vê lîgê de performanseke baş nîşan da û tenê di 4 pêşbirkan de li hemberî rikaberên xwe bi bin ket.

Dalkurd rojên 1 û 4ê yên meha bê di çarçova Play Offê de dê bê hemberî tîma GAIS û serkeftiya pêşbirkê dê bigihije lîga yekem a Swêdê ku wek `Superettan` naskirî ye.

 

 

Rahênerê tîma Dalkurdê Yasîn Aras ji Rûdawê re ragihand ku dema bû rahênerê tîmê, ew 8 xalan ji qonaxa gihiştina bo Play Offê dûr bûn û tekez kir, wan armanc wek Superettan danîn û berdewam hewl dan ku tîm baştir bibe û pêş bikeve bo ku bigihijin hedefa xwe.

Yasîn Aras li ser rewşa tîmê ya niha jî dibêje, hemû kar û têkoşîna wan bo gihiştina Superettan e, moralê futbolîstan jî bilind e û gelek bihêvî ne bo gihiştina wê armancê.

Forvetê tîma Dalkurdê Samouil Izountouemoi jî ji Rûdawê re ragihand, “Yekem sal e di vê tîmê de me. Ev tîm ji bo min her tişt e, ji ber ku gelek tişt bo min kirin û ew ên li vir kar dikin, hemû kesên serkeftî ne.”

 

 

Izountouemoi tekez dike ku wan qonaxeke zehmet derbas kirin û got, “Guhertin di desteya rahêneran de hat kirin, lê vê yekê wisa kir ku tîm bihêztir bibe. Di destpêka lîgê de armanca me ew bû bigihjin lîgeke jortir û niha em gelek nêzikî vê armancê bûne. Tenê du lîstik mane, hêvîdar im alîgir piştevaniya me bikin bo ku em bi hev re vê armancê pêk bînin.”

 

 

Forvetê tîma Dalkurdê behsa Harun Ehmed jî kir ku berî niha futbolîstê tîmên Duhok û Zaxo bû û niha bo Dalkurdê dilîze û got, “Harun yek ji baştirîn futbolîstan e ku ez li gel lîstime. Em hevalên baş in, hetta li derveyî stadyumê jî. Hêvîdar im di dawî de em li gel alîgiran ahenga serkeftinê bigêrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst