Denîz Undav malik li Borussia Dortmundê xera kir: 5 - 1

Hewlêr (Rûdaw) - VfB Stuttgarta tîma lîstikvanê Kurd Denîz Undav li stadyûma xwe Borussia Dortmund 5 û 1 têk bir.

Her du tîmên bihêz ên Bundesligaya Almanyayê VfB Stuttgarta û Borussia Dortmund li stadyûma MHPArenayê ya Stuttgartê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Kurd ê Stuttgartê Denîz Undav xuleka 4an tîma xwe 1 û 0 xist pêş.

Stuttgart xuleka 21ê bi gola Ermedin Demirovic ferq kir 2.

Nîva yekem a lîstikê bi encama 2-0 bi dawî bû.

Stuttgart xuleka 62yan bi gola Enzo Millot 3 - 0 ket pêş

Borussia Dortmundê xuleka 75an bi gola Serhou Guirassy skor kir 3 - 1.

Stuttgar nesekinî û xuleka 80î El Bilal Toure skor kir 4 û 1.

Xuleka 90î jî Denîz Undav li ser navê Stuttgartê gola xwe ya duyem tomar kir û skor bû 5-1 û maç bi vê encamê bi dawî bû.

Stuttgartê bi vê encamê pûana xwe derxist 7an û di Bundesligayê de di rêza 7an de cih girt.