Denîz Nakî bangî Serokê Amedsporê kir: Îstifa bike!

Hewlêr (Rûdaw) – Denîz Nakî bangî Serokê Amedsporê kir û got, “Ji bo tu îstifa bikî heta dawiya hefteyê dema te heye, heke na ez dê tevgerên te yên nelirê eşkere bikim.”

Kaptanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî xwest ku Serokê Amedsporê Azîz Elaldi îstifa bike.

“Deynê stûyê min e”

Denîz Nakî diyar kir ku “tevgerên wî yên nelirê hene” û got:

“Divê pratîkên te yên serokatiyê yên ku li Amedsporê nayên êdi biqedin.

Ji bo tu îstifa bikî heta dawiye hefteyê dema te heye, heke na ez dê mecbûr bimînim ku tevgerên te yên nelirê ji raya giştî re eşkere bikim.

Li hemberî dildar û civaka Amedsporê deynê stûyê min e.”

Denîz Nakî di navbera 2015-2018an de lîstikvanê Amedsporê bû.

Tirkiyeyê ji ber nîşana zaferê mena wî ji futbolê kiribû û ew jî çûbû Ewropayê.