RIO 2016 – Piştî 16 rojan agir hat vemirandin
Navenda Nûçeyan – Olîmpiyatên Rio 2016 yên bajarê Rio de Janeiro ya Brazîlê duh bi merasîmekê bidawî bûn.
Merasîma girtina Olîmpiyatên Rio 2016 li Stada Maracana 3 saettan berdewam kir.
Ji 206 welatan 11 hezar 287 werzîşvan û timekê ji 10 werzîşvanan penaber pêk tên beşdarî 31mîn Olîmpiyatên Rio 2016ê bûn.
Amerîkayê jê 46 zêrîn 121 madalya bidest xist û bi vê encamê bû welatê herî serkeftî li olimpiyatên îsal.
Brîtanyayê ji bi jê 27 zêrîn bi giştî 67 madalya stand û di rêza 2yemîn de cihê girt.
Werzîşvanên Çînê jî 70 madalya bi dest xistin û welatê 3yemîn.
Di merasîmê de piştî 16 roja agirê Olîmpiyatên Rio 2016 hat vemirandin.
Piştî 4 salên din lîstikên olêmpiyatên dê li Tokyoya paytexta Japonyayê were lidarxistin.