FIFA 2018 – Swîsreyê Sirbiya şok kir: 2-1

22-06-2018
RÛDAW
Nîşan FIFA 2018 Kûpaya Cîhanê Rûsya 2018 Swîsre Sirbiya
A+ A-

Hewler (Rûdaw) – Di çarçoveya leyîzên Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, tîmên Swîsre û Sirbiyayê hatine pêşberî hev û Swîsreyê di xuleka dawîn de golek tomar kir û bi 2-1 serkeft.

 

Herdu tîmên welatên Swîsre û Sirbiyayê li yarîgeha Kaliningradê hatine pêşberî hev.

 

Di xuleka 5ê de Aleksandar Mitrovic bi navê Sirbiyayê golek tomar kir û beşa yekemîn bi 1-0 bi berjewendiya Sirbiyayê de bi dawî bû.

 

Di beşa duyemîn de Swîsre baştir lîst û di xuleka 52ê de lîstikvan Granit Xhaka û di xuleka 90ê de jî stêrkê Swîsreyî Shaqiri gol tomar kirin û Swîsre bi 2-1 serkeft.

 

Piştî van encaman Swîsre hejmara xalên xwe kirin 4 û Sirbiya di 3 xalan de ma.

 

Di vê komê de Brezîlya jî xwedî 4 xalan e lê Kosta Rîka hêj tix al bidest nexistine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst