FIFA 2018 – Brezîlya di xuleka dawîn de serkeft: 2-0

Moskow (Rûdaw) – Di Kûpaya Cîhanî ya 2018an a Rûsyayê de, tîmên futbolê yên Arjantîn û Kosta Rîkayê hatine hemberî hev û Brezîlya di xulekên dawîn de 2 gol tomar kirin û 3 xal bidest xist.

 

Herdu tîmên welatê Brezîlya û Kosta Rîkayê li yarîgeha St. Petersburgê hatine hemberî hev.

 

Beşa yekemîn a lîstikê bêyî gol bidawî bû. Lê di xuleka 90+1ê de Philippe Coutinho golek tomar kir û û Brezîlya bi 1-0 kete pêş.

 

Di xuleka 90+7ê jî vê carê Neymar derkete meydanê û golek din tomar kir. Yarî bi 2-0 bi serkeftina Brezîlyayê bidawî bû.

 

Di yariyê de tişta balkêş ew bû, ku di xuşeka 77ê de navbijiwan ji ber xistina Neymar penalty da lê sîstema nû ya Vîdeo Navbijiwan an ku VAR, ev biryar betal kir.

 

Bi vê encamê Brezîlya hejmara xalên xwe derxiste 4 xalan.