Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê Kurd Ehmed Sîdo yê ji Rojavayê Kurdistanê li Brîtanyayê di pêşbirka laşciwaniyê de bû yekem. Sîdo got “Ez dixwazim li Ewropa û Amerîkayê bi ala Kurdistanê navê Kurdan hildim.”
Ciwanê Kurd ê bi navê Ehmed Sîdo yê ji Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Newcastleê ya Brîtanyayê di pêşbirka laşciwaniyê de bû yekem.
Ehmed Sîdo yê 24 salî ku ev 7 sal in li Brîtanyayê dijî, heta niha beşdarî gelek pêbirkan bû ye û gelek xelat wergirtiye.
Ehmed Sîdo beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Sîdo diyar kir ku ji bo laşciwaniyê diyeteke baş bê kirin û xwarinên rast bên xwarin û got “Eger xwarin baş be, êdî her tişt li pey tê. Hêk birinc û goşt gelek baş in. 1-1.5 saet beriya razanê divê tiştek neyên xwarin ji ber ku wexta mirov razê li ser mîda mirov dimîne. 14-16 hefte ji bo qehremaniyê pêwîst in.”
Herwiha diyar kir ku armanca wî ew e ku beşdarî pêşbirkên navnetewî bibe û ala Kurdistanê hilde û wiha berdewam kir “Ez dixwazim werim Hewlêrê jî. Eger ez bigihîjim olîmpiyatan, ez dixwazim li Ewropa û Amerîkayê bi ala Kurdistanê navê Kurdan hildim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse