Atletico Madrid bû şampiyona La Lîga

22-05-2021
RÛDAW
Nîşan Atletico Madrid La Lîga Spanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Spanya tîma futbolê Atletico Madrid ku di hefteya dawîn a La Lîgayê de li hemberî Real Valladolid bi 2-1 serkevtî, hesreta xwe ya şampiyoniya 7 salan bidawî kir û bû şampiyona La Lîga.

Atletico Madrid di dawîn heftaya La Lîgayê de bû mêvana tîma Real Valladolidê, bi encama 2-1 jê bir û bi bû şampiyona wê lîgê.

Di nîvê yekem a yariyê de, yarîzanê  Real Valladolidê Oscar Plano di xuleka 18an de golek tomar kir û nîvê yekem bi wê yek golê dawî bû.

Yarîzanên Real Valladolidê Angel Correa di xuleka 57an de û Luis Suarez di xuleka 67an de her yekê golek tomar kirin.

Piştî vê serkevtina xwe, Atletico Madrid bi 86 xalan qedand, tîma li pey wê ya herî nêzîk Real Madridê sezon bi 84 xalan qedand.

Atletico Madrid piştî 7 salan careke din bû şampiyona  La Lîga û di dîroka xwe de 11emîn qupaya şampiyoniyê bir muzeya xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst