Dalkurd dixwaze Şêrko Kerîm tevlî xwe bike

22-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma DalKurd a Kurdên li Swêdê dixwaze Şêrko Kerîm Lafit tevlî bike, ku ji ber beşdarbûna wî ya Kûpaya Kendavê ji aliyê Tîma Kuweytê SC ve girêbesta wî hatiye hilweşandin.

Girêbesta lîstikvanê Kuweyt SCê yê Kurd Şêrko Kerîm ji ber beşdarbûna wî ya Kûpaya Kendavê ji aliyê klubê wî ve  bi awayekî yekalî hat hilweşandin.

Şêrko Kerîm ji Rûdawê re got: “Piştî ku ez beşdarî Kûpaya Welatên Kendavê ya li Besrayê bûm û di encamê de bû şampiyoniya Iraqê, girêbesta min bi klûbê re bi awyekî yekalî hat hilweşandin. Ji min re hat ragihandin ku bi hinceta ku min guhdariya rahênerê tîmê Elî Aşûr û rêveberiya klûbê nekiriyebiryara derxistina min ji klubê dane.”

Lîstikvanê Kurd dibêje: “Ya girîng ji bo min beşdarbûna di Kûpaya Kendavê de bû, ji bo wê jî min dev ji hin destkeftiyên xwe berda. Ji bo min beşdarbûna vê kûpayê û bidestxistina kûpayê girîng bû.”

Şêrko Kerîm ku havîna borî ji Hewlêrê FK transferî Kuweytê bibû, pêştir nîşan dabû ku ew dê dîsa vegere tîma xwe ya berê Hewlêrê.

Dalkurd dixwaze

Ji aliyê din ve hat zanîn kluba Kurdên li Swêdê Dalkurd ku di Lîga 1ê ya Swêdê de têdikoşe, dixwaze lîstikvanê xwedî ezmûn Şêrko Kerîm tevlî xwe bike.

Li gorî agahiyên Rûdawê ji rêveberên payebilind ên Dalkurdê bi dest xistine, klûb dixwaze bi îmzakirina Şêrko Kerîm û Jilwan Ehmed tîma xwe bihêz bike.

Dalkurd herwiha dixwaze sûdê ji peywendiya xwe ya nêzîk ligel lîstikvanê xwe Rêwan Emîn ku di vê transferê de ji bo tîma neteweyî ya Iraqê hatibû gazîkirin, werbigire.

Şêrko Kerîm û Rêwan Emîn tevî Aso Rustem û Elî Fazil, di tûrnûvaya ku tîma neteweyî ya Iraqê bi serokatiya Îsa Casas bo çaremîn car di dîroka xwe de li Kûpaya Kendavê bi ser ket ji lîstikvanên sereke bûn.

Şêrko Kerîm ku li Kerkûkê dest bi kariyera xwe ya futbolê kiribû, piştre di klûbên Shorta yên Iraqê, Vaduz û Zurîch ên Swîsreyê û Hewlêr FK de lîstibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst