Golparêzê Kurd ji lîstikê derket Îranê 6 gol xwarin

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanê ya 2022an de ku li Qeterê tê lidarxistin, Îngilîstanê di yekemîn pêşbirka xwe ya di Koma B de Îranê 6-2 têk bir. Golparêzê Kurd ê tîma netewî ya Îranê Elîriza Bîranwend di xuleka 19an de bi hevalê xwe re li hev ketin û ji neçarî ji lîstikê derket.

Înglîstanê di pêşbirka Yarîgeha Xelîfe ya Navneteweyî hat lîstin de Îranê bi 6-2 têk bir.

Golên serketinê yên Îngilîstanê di xuleka 35an de Jude Bellingham, di xulekên 43 û 62an de Bukayo Saka, di xuleka 46an de Raheem Sterling, di xuleka 71an de Marcus Rashford û di xuleka 89an de Jack Grealish hatin avêtin.

Herwiha herdu golên Îranê jî di xulekên 65 û 90+13an de ji aliyê Mehdî Taremî ve hatin tomarkirin. Taremî gola duyem a Îran di xuleka 90+13an de bi rêya panelatiyê avêt.

Elîriza Bîranwend golparêzê Kurd ê tîma netewî ya Îranê ku di xuleka 19an de bi hevalê xwe Mecîd Huseynî re li hev ket, nekarî lîstikê bidomîne û ji lîstikê derket.

Pêşbirk ji ber seqetiyan nîveka yekem 14 xulek û nîveka duyem jî 10 xulek bi giştî 24 xulek hat dirêjkirin.

Bi vê encamê Înglîstanê 3 pûanan bidest xist û Îran jî di 0 puanî de ma.

Elîriza Bîranwend kî ye?

Golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend, xwedî çîrokeke balkêş e. Ew ji herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê ye û di malbateke hejar de mezin bûye.

Elîriza Bîranwend, li wê herêma jê ji dayîk bûbû, hem şivantî dikir û hem jî dema ku derfet didît, diçû futbol û lîstîka bi navê, ‘Dal Paran’ dilîst û Bîranwend di heyama jiyana xwe ya golparêziyê de sûda wê lîstikê gelek dît. Di wî lîstika xwecihî de kevir bo dûrahiyeke zêde tên avêtin.

Dema Elîriza Bîranwend, 12 salî bû, li gel malbata xwe li Sarabiasê bicih bû û li gel tîmeke xwecihî ya wê deverê beşdarî rahênan û xweamadekirina bo golparêziyê bû.

Bavê Bîranwend bi tundî li dijî lîstina wî ya futbolê derdiket, lêbelê wî hem kar dikir û hem jî futbola xwe berdewam dikir.

Elîriza Bîranwend li Îranê wek “Şerê Penaltiyan” tê naskirin. Yek ji golparêzên baş ên cîhanê tê hejmartin.

Elîreza Bîranwend, ku Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di nav golparêzên herî baş ê cîhanê de di rêza nehemîn de cîh digre.

Pirs ev e, “gelo Elîreza Bîranwend ê golparêzê yaneya Persepolîsê di vê dawiyê de çi pêşkeş kir, ku navê wî çû nav lîsteya baştirîn golparêzên cîhanê.”

Bîranwend ê 30 salî, ji bilî ku penaltiya Cristiano Ronaldo vegerand, herî kêm xwediyê wan taybetmendî û xisletan e ku him li Asya û him jî li seranserê cîhanê bigihe vê astê.

Fîzîk û laşê wî pir baş e

Golparêzê Kurd xwedî bejneke dirêj e û bejna wî 195 santîmetre ye. Ji roja ku bûye lîstikvaneke profesfyonel giraniya wî ji 85 kîlograman derbas nebûye û ev yek jî dihêle laşê xwe di astekî de biparêze, ku gelek kes li hember vê rewşê mat dimînin.

Pir çalak û sivik e

Elîreza Bîranwend, ku berê li gel tîma Neft Tehranê bû û paşî çû nav Persepolîsê, li hember êrîşan pir çalak û sivik e, zû refleksê nîşan dide û nahêle rikberên wî bi hêsanî gokê bavêjin nav tora wî.

Cengawer e

Bîranwend xwedî kesayetekî cengawer e, ku ji bo golparêzekî ev taybetmendî gelek pêwîst e. Ev yek dihêle ku hertim gokên zehmet jî bigre. Ji seqetbûn û pêkanê natirse.

Çêkerê lîstokê ye 

Golparêzê Kurd di dema lîstikê de xwedî hêzeke teqîner e, ku dikare di nava lîstikê de bi destê xwe pasê bavêje cihê herî dûr. Rojnameya Miror a îngîlîzî vê yekê weke “nûwaze” binav dike û dibêje, ew dikare bi pasa dest ji tîma xwe re defeta gol ava bike.

Di futbolê de divê golparêz hem bi dest û him jî bi ling xwedî behremendî be da ku bikare bandorê li encama yariyê bike. Ev taybetmendî di Elîreza de hene.

 Şêrê penaltiyan e

Bîranwend ji bilî van taybetmediyên xwe, li hember penaltiyanm jî lîstikvaneke bi şiyan û jêhatî ye. Piraniya golparêzan di vê mijarê de qels in lê golparêzê Kurd di vê mijarê de weke “Şêrê penaltiyan” tê naskirin.