Ekwadorê di lîstika destpêkê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê de Qeter têk bir

Hewlêr (Rûdaw) - Kelecana Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya sala 2022an bi lîstika destpêkê ya di navbera mazûvan Qeter û mêvan Ekwadorê de dest pê kir. Di lîstika destpêkê de Ekwadorê bi golên Ener Valencia 3 pûan bi dest xistin.

Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an bi merasîma vekirina mezin a ku bi qasî 40 xulekan dewam kir, li Doha ya paytexta Qeterê, dest pê kir.

Cara yekem e li welatên Ereban 60 hezar temaşevanan merasîma vekirinê ya ku li Yarîgeha El Beytê ya ku di asta tîmên neteweyî de organîzasyona fûtbolê ya sereke ye, şopandin.

Li Yarîgeha (Stadium) El Beytê bi banga Serokê FIFAyê Gianni Infantino, “Bila tîm werin û nîşandan dest pê bike” her du welatan ji bo lîstika vekirinê cihên xwe li yarîgehê girtin.

Ener Valencia di penaltiya ku di xuleka 16emîn de hat bidestxistin de top şande toran û tîma xwe 0-1 pêş xist lê berî wê jî golek avêtibû lê nehatibû hejmartin.

Ekwador bi gola serî ya Valencia ya ku di xuleka 31emîn de careke din derket ser dikê 0-2 pêş ket û lîstik bi vê skorê bi dawî bû.

Di lîstika duyemîn a Koma Ayê de sibê di demjimêr 19.00an de dê Senegal û Holanda bên hemberî hev.