Şaredariyê deyn neda elektirîka Amedsporê hat qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji rêveberên Amedsporê Faruk Erer got ku ji ber ku deynê elektirîkê yê ku pêîwst bû ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bihata dayîn, nehatine dayîn elektrîka tesîsên Amedêsporê hat qutkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku qeyûm birevê dibe, di Kanûna 2020an de biryar da ku fatoreyên elektirîk, av û gaza sirûştî yên tesîsên Amedspor bikar tîne, nede.

Şaredariyê ji ber ku deynê elektirîkê yê Amedsporê neda, DEDAŞê elektirîka klûbê qut kir.

Derbarê mijarê de yek ji rêveberên Amedsporê Faruk Erer ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku tesîsên Sporê yên Şehmus Ozer ku Amedspor bikar tîne, 15 sal berê ligel tesîsên gel hatine çêkirin û radestî Şaredariya Mezin a Amedê hatine kirin û got: “Ji wê demê ve, şaredarî fatûreya elektirîk, av û gaza xwezayî ya tesîsê dida, çimkî li ser wan bû. 6 meh berê agahî ji me re hat dayîn û hat gotin ku ji niha û pê ve şaredarî dê fatûreyan nerazîne. Me jî got baş e, deynên berê bdin, em dê ji niha û pê de pereyên fatûreyên xwe bidin. Lê wan got ku ew dê deyn nedin.”

Faruk Erer da zanîn ku tenê fatureya elektirîkê 157 hezar TL bûye û wiha got: “Ev fatûre li ser navê şaredariyê bû. Diviyabû wan bida. Dema ku ev pere nehat dayîn, karmendên DEDAŞê hatin û rojek berê elektrîka tesîsan birîn. Wê demê rahênana me hebû, ji ber ku elktirîk qut bû rahênan jî rawestiye. Em neçar bûn ku biçin DEDAŞ û deynê xwe ji nû ve saz bikin. Em dê weke 5 qistan deynê elektirîkê bidin bidin. Me du meh berê abonetiya av û gaza li ser xwe çêkir û me deynên xwe dan.”

Erer diyar kir ku piştî fatûre hatin dayîn elektrîk wan dîsa vekirin û wiha got: “Peymana klûba me ya 20 salan heye. Biryar bû e kêmasiyên wê pêk bînin. Hêj 12 sal ji bidawîbûna peymanê re mane, lê piştî qeyûm hat dayîn, rewş wisa bû. Heta kuu otobusên me jî hebûn, ew ji bo veguhestina zarokan dihat bikaranîn, lê wan ew jî ji me standin.”