Milwaukee Bucks bû şampiyona NBAyê

21-07-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di fînala sezona 2020/2021ê ya Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de  tîma Milwaukee Bucks li hemberî tîma Phoenix Sunsê serkevt û bû şampiyon.

Milwaukee Bucks rêzehejmara fînalê ya ku 2-0 di paş de ma bi 4-2yan ve qazanc kir. Yariya 6em a rêza ku şampiyontî jî Milwaukee Bucksê bi encama 105-98ê serkeftin bidest xist.

Yarîzanê Milwaukee Bucks ê bi navê Giannis Antetokounmpo 50 hejmar avêt potaya Phoenix Sunsê û her wiha bi 14 ribaund û 5 blokan yarî temam kir û tîma xwe kir şampiyon.

Milwaukee Bucks ji sala 1971ê ve wate piştî 50 salan bû şampiyon.

26 hejmar ên Chris Paul û 19 hejmar jî yên Devin Booker têrê nekir ku Phoenix Suns bibe şampiyon.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst