Amed (Rûdaw) - Amedspor vê hefteyê li mala xwe li hemberî Igdir FKyê têk çû û di rêya şampîyonîyê de avantajeke mezin ji dest da.
Lîstika ku bi piştevaniya bi deh hezaran alîgiran destpê kir, bi encama 2-0 bi serketina Igdir FKyê bi dawî bû.
Berî lîstikê bi deh hezaran alîgirên tîma keskesor hem li stadyûmê hem jî li derveyê stadyûmê bi filamayên li ser şampiyon Amedspor dinivîsîn bi coşeke mezin li stadyûmê cîhê xwe girtin.
Alîgiran dixwest ku Amedspor Igdir FKyê têk bibe û du hefte berî bidawîbûna lîgê şampiyoniya xwe xwe îlan bike.
Ji her derê alîgir çûbûn Amedê
Ji bo şopandina lîstikê û tevlîbûna coşa şampiyoniya Amedsporê ji tevî bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û heta ku ji welatên Ewropa û Rojhilata Navîn jî alîgirên Amedspor çûbûn bajêr.
“Ji du lîstikên mane yekê qezenc bike dê bibe şampiyon”
Amedspor niha bi 77 puanan pêşengiya lîgê didomîne û ji du lîstikên mane yekê qezenc bike dê bibe şampiyon.
Hem li nav standyûmê û hem jî li meydan, cafe û qehwexaneyên Amedê bi deh hezeran alîgirên Amedsporê bi coş û kelecaneke mezin li bende bûn ku tîma wan ser bikeve.
Lê Kara Igdir FKyê di deqeya 11an de bi gola Halîl Îbrahîm Olmez û di deqeya 68an de jî bi gola Bekîr Can li hemberî Amedsporê bi ser ket.
Bi vê encamê pêkhatina xeyalên şampiyoniya Amedsporê hat pêşxistin.
ji 81 bajarên tirkiyê evrûpa û welatên rojhilata navîn alîgirên amedsporê yên ku ji bo şopandina yarîyê û tevlîbûna coşa pîrozkirina şampîyonîyê hatibûn bajêr û bi saetan berî despêkirina yarîyê cîhê xwe girtî bûn bi vê encamê xeyalşikestî vegerîyan malen xwe.
Alîgirekî Amedsporê got, “Yên me xweş nelîstin. Ka em çi bikn, ma ez herim bileyîzim.
Golparêzêmê me derxistina ez biketima qeleyê min dê xweştir bilîsta.”
“Ez ji Almanyayê hatim”
Alîgirekî Amedsporê got:
“Me dixwest îro Amedspor şampiyoniya xwe bi dest bixe. Em hemû ji bo wê hatibûn.
Ez bi xwe jî ji bajarê Kolnê yê Almanyayê hatim.”
Alîgireke din jî ya Amedsporê got:
“Ev qasî însan hatibûn vir me, me ev encam heq nekiribû.
Xwezî em îro em bûbûn şampiyon lê du maçên me hene înşellah em dê bibin şampiyon.”
Aligireke din jî got, “Yanî me got belkî em bibin şampiyon lê nebû û em têk çûn.”
Amedspora ku 15 hefte bûn têk neçibû bi encama vê lîstikê di rêya şampiyoniyê de avantajeke mezin ji dest da.
Lê dîsa jî pêşengiya xwe didomîne û tîma herî nêzikî şampiyoniyê ye.
Ji Mêrsînê ji bo Amedsporê em hatin vir, ez pîroz dikim zehf jî xweş lîstin.
Înşellah di maçên mayîn de em dê ser bikevin.”
Amedspora ku hîn jî şansê wê yê şampiyoniyê heye, divê ji du maçên mane di yekê de bi ser bikeve.
Amedspor hefteya bê dê li deplasmanê bi Somasporê re bilîze.
Eger Amedsporê li hemberî Somasporê ser bikeve dê hefteyekî berî lîg xilas bibe şampiyoniya xwe ragihîne û birînên vê lîstikê jî bide jibîrkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse