Alîgirên Amedsporê xwest şampiyoniyê pîroz bikin lê hêvîşikestî bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li stadyûma xwe li hemberî Igdir FKyê 2-0 têk çû.
Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de têdikoşe û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bûye, îro mazûvaniya Igdir FKyê kir.
Alîgirên Amedsporê beriya maça bi Igdir FKyê re li pêşiya stadyumê kom bûn.
Li Amedê kelecaneke gelekî mezin hebû û hema bêje ji hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê alîgiran berê xwe dabû bajêr.
Ji “Dayîkên Aştiyê” bigire heta hunermend û siyasetmedar jî çûn stadyumê.
#Amed îro li benda şampiyoniyê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 21, 2024
🟣 Binêrin dayik çawa ji bo #Amedspor'ê diayan dikin pic.twitter.com/CkyiVlOrCo
Eger Amedspor li hemberî Igdir FKyê bi ser biketa dê bi îhtimaleke mezin biba şampiyon.
Futbolîstê Igdir FKyê Halîl Îbrahîm Sonmez xuleka 10emîn tîma xwe 1-0 pêş xist.
Di nîveka ewil a lîstikê de ti golên din nehatin avêtin û nîveka yekem 1-0 di berjewendiya Igdir FKyê de bi dawî bû.
Amedsporê her çend di nîveka duyem de hewl da bi ser bikeve jî lê futbolîstê Igdir FKyê Bekîr Can Kara xuleka 68mîn goleke din avêt.
Tîma Igdir FKyê ji Amedê bi 2 gol û 3 pûanan vegeriya mala xwe.
Alîgirên Amedsporê beriya maça bi Igdir FKyê re li pêşiya stadyumê kom bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 21, 2024
📸Abdulselam Akinci/Rûdaw pic.twitter.com/HyQra0Sa8c
Amedspora ku hîn jî şansê wê yê şampiyoniyê heye, divê ji du maçên mane di yekê de bi ser bikeve.
Amedspor hefteya bê dê li deplasmanê bi Somasporê re bilîze.
Heftaya dawiyê jî dê mazûvaniya Menemen Belediyesporê bike.
Amedspor bi 77 pûanan lîdera Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê ye.
Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 74 puanan e.
Li #Amed'ê kelecaneke gelekî mezin heye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 21, 2024
🟣 Dayikên aştiyê û hunermend jî diçin stadyumê
🔴 #Amedspor dê saet 15:00an Igdir FKyê bike mêhvan û eger bi ser bikeve dê bi egereke mezin bibe şampiyon pic.twitter.com/JkALihEqvt