Şaredariyê li ser Amedsporê hişyarî da!

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hişyariyek da alîgirên Amedsporê û ji wan xwest ku di lîstîka Amedsporê ya bi tîma Îdirê re fîşekên hewayî bi kar neyînin.

Îro demjimêr 15:00an Amedspor û tîma parêzgeha Îdirê Igdir SK li Amedê tên pêşberî hev.

Ev lîstik ji bo Amedsporê gelekî girîng e û eger bi ser bikeve bi egerek mezin şampiyon e.

Çend roj in ji bo lîstikê amadehî tên kirin û Serokê Amedsporê ragihand ku dê derdora 1 milyon kesî ji derveyî Amedê ji bo lîstikê bên bajêr lê tenê derdora 35 hezar kes dikarin li stadyûmê li lîstikê temaşe bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, jî bo lîstikê çendîn amadehî kirine û li çend cihên bajêr ekran danîne da ku alîgirên Amedsporê karibin li lîstikê temaşe bikin.

Lê Şaredariyê berî lîstikê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyariyek jî da alîgirên Amedsporê.

Şaredariya Amedê bangî alîgirên Amedsporê kir ku encama lîstikê çi be bila bibe lê di çalakiyên xwe yên piştevaniyê de baldar bin û rêzê li jiyana hemû zîndewaran bigirin.

Daxuyaniya Şaredariya Amedê

Şaredariya Amedê got, “Bila em ji bîr nekin, ew çûk û çivîkên li qadên avî, li ser dar û banê xaniyan dijîn eger ji masefeyek dûr jî fîşekên hewayî bên teqandin ji dengê wan û agirê wan ditirsin û difirin.

Ji ber gelek çûk û teyrik bi şevê baş nabînîn dikarin seqet bibin an jî bimirin.

Ji ber wê yekê di serî de Amedspor dema alîgirên her du tîmên me yên bi rêz serkeftina xwe pîroz dikin divê li çûk û çivîkan jî bifikirin ku ew jî beşek ji ekosîstema me ne û fîşekên hewayî bi kar neyînin.”

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye û 77 pûanan di rêza yekem de ye û di navbera wê û Kastamanspora ku di rêza duyem de ye 6 pûan ferq heye.

Tenê ji bo şampiyoniyê ji bilî ya îro du lîstik li pêşiya Amedsporê mane û eger îro bi ser bikeve şampiyoniya wê heta astekê misoger e.