Amedsporê li mala xwe Sariyerspor têk bir

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Sariyer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li stadyûma xwe tîma Stenbolê Sariyerspor bi encama 3-1 têk bir.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li Stadyûma Diyarbakirê bi Sariyersporê re lîst.

Amedsporê baş dest bi lîstikê kir û di xuleka 19an de lîstikvanê wê Velî Çetîn tîma xwe 1-0 xist pêş.

Nîva yekem a lîstikê bi encama 1-0 bi dawî bû.

Lîstîkvanê tîma mêvan Umut Bulut di xuleka 53yemîn de golek avêt.

Amedspor di xuela 73yemîn de bi gola Berk Îsmaîl dîsa ket pêş.

Amedspora ku di nîva duyem de lîstikeke bihêztir lîst, di xuleka 79an de bi gola Çekdar Orhan 3-1 pêş ket.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî pûana xwe derxist 40î.

Amedspor niha di rêza seyêmîn de ye  di navbera wê tîma lîder de 3 pûan ferq hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst