Diyarbekirsporê Bursaspor têk bir: Êrişî listikvanên Diyarbekirsporê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) -Diyarbekirsporê li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir. Lîstikvanên Bursasporê di nav stadyûmê de êrişî listikvanên Diyarbekirsporê kir.

Diyarbekirspor û Bursaspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê de ne, li stadyûma Bursayê hatin hemberî hev.

Diyarbekirsporê bi golên Yasîn Dulger (di xuleka 25emîn de) û Bunyamîn Yurur (di xuleka 85emîn de) li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir.

Di xuleka 89emîn de di navbera lîstikvanan de nîqaş derket.

Piştî niqaşê hekemê maçê Burak Taşkinsoy ji karta duyem a zer karta sor da lîstikvanê Bursasporê Çagatay Yilmaz.

Li ser vê yekê alozî gurtir bûn û alîgirên Bursasporê jî ji trîbûnan made avêtin qadê û futbolîstên Bursasporê êrişî futbolîstên Amedsporê kir.

Li aliyê din polîsan ji bo ku temaşevan nekevin qadê tedbîr girtin.

Piştî pevçûnên di qadê de hekem karta sor nîşanî 6 futbolîstên her du tîman da.

Di dema êrişê de hinek futbolîstên Diyarbekirsporê ji qadê derketin û çûn odeya cilguhestinê.

Piştî ku ev lîstikvan vegeriyan qadê maçê ji cihê ku mabû dest pê kir û hakem piştî demeke kurt lîstik bi dawî kir.

Futbolîstên ku karta sor wergirtin ev in:

Ji tîma Bursasporê Çagatay Yilmaz, Bilal Guney û ji Diyarbekirsporê jî Bunyamîn Yurir, Cem Çelîk û Serhat Çalişan.