Futbolîstê Kurd welatê Japonê hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Kurd Ciwan Omerî di Lîga Japonê de vê heftê derket pêşberî tîma xwe ya berê Vissel Kobeyê û bi golek bêhempa 3 xal ji tîma xwe re anî.

Di hefta 34emîn a Lîga 1em a Japonê de tîma stêrkê Îspanî Andres Iniesta, Vissel Kobe bû mêvanê tîma futbolîstê Kurd Ciwan Omerî, FC Tokyo.

Di dewra yekem de hakim goleke Omerî neda. Di xûleka 27emîn de Omerî gog bi serî şand qeleyê, gog li dîrekê ket û xeta qeleyê derbas kir lê ji ber ku tevahiya gogê xez derbas nekiriye hakim golê betal kir.

Dewra yekem 0-0 wekhev bidawî bû

Di dewra duyem xûleka 84emîn de dîsa Omerî goleke bêhempa li hemberî tîma xwe ya berê tomar kir û FC Tokyo bi encama 1-0 ket pêşiya Vissel Kobeyê. Bi vê golê pêşbirk 1-0  bi serkeftina FC Tokyo bidawî bû û bûn xwediyê 3 xalan.

Ciwan Omerî ku ji malbatek Kurdên Lubnanê ye di sala 1988ê de li Almanyayê jidayîk bûye.

Omerî li tîma Almanî Fuchse Berlinê dest bi futbolê kiriye.

Futbolîstê Kurd, Ciwan Omerî di 2016-2017 de di tîma Sivasspora Super Lîga Tirkiyê de leyîst. Piştî salek serkeftî ji Sivassporê bi 850 hezar dolarî transferî tîma Îmaratê Al Nasr bû. Par  ji Vissel Kobeyê transferî FC Tokyoyê bû. 

Omerî ji Al Nasrê transferî tîma Japonî Sagan Tuso ji wê derê jî derbasî têma Vissel Kobeyê tîma ku Iniesta û Podolskî tê de dileyîstin bû.

Omerî li Vissel Kobeyê nîv sezon leyîst û di 15 pêşbirken de 3 gol avet, piştre transferî FC Tokyoyê  bu.

Herwiha stoperê Kurd ê 32 salî di Tîma Netew a Lubnanê de jî dileyize.