Amedsporê pêşengiya grûpê ji Şanliurfasporê stand

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hefteya 15an a Lîga 2an a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, Tîma Amedsporê di Grûpa Spî de bû pêşeng.

Tîma Amedsporê ku berî lîstika îro di rêza duyemîn a grûpa xwe de bû, îro li stadyuma xwe li Amedê mêvandariya tîma Îdareya Taybet a Bayburtê kir û bi ecama 2-0 ev tîm têk bir.

Her îro tîma Şanliurfaspor ku di Grûpa Spî de bi 24 puanan û avantaja golek zêde di pileya yekem a Grûpa Spî de bû, bi Somasporê re lîst û bi encama 1-0 tîma Somasporê têk bir.

Bi encamên lîstikên her du lîstikan, puanên tîma Amedsporê û tîma Şanliurfasporê wek hev lê hatin û her du bûne xwediyê 27 puanan, lê ji ber ku Amedsporê golek kêmtir xwaribû, di rêza yekem a grûpê de cih girt.

Di heman grûpê de, tîma Batman Petrolsporê li mala xwe bi encama 3-2 ji Duzcesporê bir û bû tîma heştem a grûpê.

Di Grûpa Sor de jî, her du tîmên Bucaspor 1928 û Kocaelispor ku di bi 31 puanan ketibûn hefteya 15an, her yekê 3 puan bi dest xistin.

Diyarbekirspora ku di vê komê de cih digire li hember Kocaelisporê bi encama 1-0 têk çû û di rêza 19emîn de cih girt, herwiha Belediyespor a Bajarê Mezin a Wanê jî bi encama 4-2 tîma Seriksporê têk bir û di rêza 7emîn de cih girt.