18 futbolîst firot û 10 bizin kirîn

20-08-2018
RÛDAW
Nîşan Gulspor Kenan Buyukleblebî Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Isparta ya Tirkiyê tîma futbolê ya Gulsporê ku di lîga amator de ye, 18 lîstikvanê xwe firotine tîmên din û bi pereyên wan 10 bizin kirîn.

 

Tîma Gulsporê yek ji tîma herî kevin a futbolê ya bajarê Ispartayê ye. Vê tîmê îsal ji bo bidestxistina dahat 18 futbolîstên xwe yên nûgihiştî bi 15 hezar lîreyan firot û bi wî pereyî jî 10 bizin kirîn.

 

Serokê Gulsporê Kenan Buyukleblebî derbarê vê yekê de got: “Em ê bi pereyê bizinan xizmeta yaneya xwe bikin. Îsal em li hêviyê ne bizinên me bi bihayê 4-5 hezar lîre şîr bidin. Herwiha em li hêviya 20 karikan in.”

 

Kenan Buyukleblebî, ku ev 16 sal e serokê yaneyê ye, da xuyakirin ku tîma wan di sala 1954ê de hatiye damezrandin û got: “Lê ev 9 sal in em giringiyê didin perwerdekirin û gihandina futbolîstên zîrek û jêhatî kar dikin. Nûciwanên temen 11 heta 19 salî em perwerde dikin û paşî difiroşin yaneyên din. Niha hinek ciwanên ku li cem me perwerde dîtin di tîmên mezin ên Tirkiyê de dilîzin.”

 

Bi gotina serokê tîma Gulsporê niha 150  lîstikvanên wan û 10 bizinên wan hene.

 

Buyukleblebî got: “Em her sal beşdarî 4 heta 5 pêşbirkên cuda dibin. Her yek jî bi xerc û mesref dibe. çûn û hatina futbolîstan, heqê otêl û mesrefên wan. Ne şîrketek û ne jî dewlet piştgirî dide me û hemû mesref ji bêrîka me derdikeve. Lewma pêwîst e dahateke me hebe.

 

Serokê tîma Gulsporê anî ziman ku armanca wan li gel pêgihandina futbolîstan, zêdekirina dahatê ye û diyar kir: “Armanca me ew e em di nav 6 salan de 140 bizinan bikirin. Dahata goşt û şîrê wan jî ji bo yaneya xwe xerc bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst