Selahattin Yildirim cardin bû serokê Amedsporê

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama hilbijartina kongreya Amedsporê de Selahattîn Yildirim careke din ji bo serokatiyê hat hilbijartin.

Amedspor a ku di Lîga 2mîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de cih digre, 6êmîn kongreya xwe ya awarte ya bi hilbijartin li Tesîsên Şehmus Ozer pêk anî.

Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTO), Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMO) û gelek saziyên sivîl ên li bajêr beşdarî kongreyê bûn.

Amedspor ji bo ku serokê xwe yê nû hilbijêre di hilbijartina ku bi yek lîsteyê hat kirin de Selahattîn Yildirim bi yekdengî careke din wek serok hat hilbijartin.

Kesên ku di lîsteya rêveberiyê ya Yildirim de cih digrin ev in:

Omer Elaldi, Servet Erol, Cahît Akin, Yusuf Kaya, Ahmet Elhanay, Dîren Elîf Vurgun Seyîthan Şan, Meral Balkaya, Emel Ezgî Demir, Sadik Sana Abdulmutalip Cengiz, Ronayî Bînen, Remzî Dînar, Hasan Gunduz, Abdullah Demirkol, Mehmet Alî Acar, Azad Dag, Adnan Zengîn û Adnan Yildirim.