FIFA 2018 - Uruguayê ji Erebistana Siûdiyê bir
Navenda Nûçeyan - Di pêşbirka Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de tîma Uruguayê bi encama 1-0 ji Erebistana Siûdiyê bir û gera jortir misoger kir.
Di Gruba A ya Kupaya Cihanê FIFA 2018 de Uruguay û Erebistana Siûdî îro di dîroka xwe da ji bo cara 3yemîn hatin hemberî hev.
Di 23emîn xulekê de lîstikvanê Uruguayê yê bi navê Suarez golek tomar kir û tîma xwe 1-0 xist pêş. Yarî bi vê golê bi dawî hat û tîma Uruguayê piştî vê serkeftina xwe pûanê xwe derxist 6ê û tura pê ve rê misoger kir.
Uruguay û Erebistana Siûdî milmilaneya xwe ya yekemîn di 27ê Adara 2002yan de li Erebistana Siûdî kiribûn. Tîma Siûdî pêşbirk 3-2 qezenc kiribû.
Lîstika duyemîn jî pêşbirkeke amadehiyê bû û dîsa li Erebistana Siûdî hatibû leyîstin. Milmilaneya di 10ê Mijdara 2014an de jî 1-1 bi dawî bûbû.
Uruguay ku di Kupaya Cihanê de ji tîmên herî bi tecrube ye, 13 caran di fînalê da milmilane kir.
Uruguayê du caran Kupaya Cihanê bi dest xist ku ya ewil di sala 1930î da bû û wê salê Uruguay bi xwe mazûvanê kupayê bû, ya duyemîn jî di 1950yî de bû ku wê salê jî turnuva li Brezîlyayê bû. Uruguay di Kupaya Cihanê da heta niha derketiye 52 pêşbirkan ku jê 21 bi dest xistin, 12 jê beramber man. Uruguay herwiha di 19 pêşbirkan de jî têk çû. Tîma ji Amerîkaya Başûr 81 gol avêtin, 71 gol jî xwarin.
Erebistana Siûdî ev cara 5emîn e ku beşdarî Kupaya Cihanê dibe.
Erebistana Siûdî heta niha bi tenê carekê ji asta grubê bihurî û herwiha di Kupaya Cihanê da jî 14 pêşbirk leyîstin. Tîma Siûdî 2 serkeftin, 2 têkçûn û 10 beramberî wergirtin. Erebistana Siûdî di van milmilaneyan da 9 gol avêtin, 37 gol jî xwarin.