Serdana geştyaran bo Navenda Kaşonê ya Palandoken li Erzeromê zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kaşûnê ya Palandokenê cihekî geştyarî yê parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ye. Di meha Adarê de ku hîn nêzî 2 metreyan berf li erdê ye geştyar serdana wê dikin û werzişên kaşûnê dikin.

Berkehan Paşaoglu ku serdana wê navendê kiriye, dibêje, “Hewa gelek xweş e, ev cihek xweş e û li vir kaşğn kirin jî gelek xweş e. Kaşûn werzişeke gelek xweş e û yê ku fêr dibe zû dev jê bernade. Di meha Adarê de kaşûn kirin cudatir e, ev bi dest her kesî nakeve, lê em li vir dikin, gelek xweş e.”

Navenda Kaşûnê ya Palandokenş ji navenda bajarê Erzeromê 4 kîlometreyan û ji firokexaneya bajêr 20 kîlometreyan dûr e, ev bo geştyaran ku dixwazin serdana vêderê bikin, hêsankariyê çêdike . Xelkê ku ji gelek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatîn vê navendê li ber dengê muzîkê û di nav vê hewaya xweş de kaşûnê dikin.

Îbrahîm Hakkî Engîn dibêje,“Ji doh ve, ev 24 demjimêr in berf dibare, hîn jî berdewam dike, dibin berfê de kaşûn kirin gelek xweş e. Ji nehê sibehê ve em li vir in, hêjmara xelkê li vir zêdetir bûye, muzîka zindî heye, cihekî gelek xweş e.”

Di van rojên dawî de bi barîna pêla berfê ya ku hemû Bakurê Kurdistanê li xwe girtî ye, li vê navendê demsala kaşûnê dirêjtir bûye û di mehên biharê de jî ev werzîş berdewam dike.

Tê hêvîkirin ku heta 10-15 rojên din jî li vê navendê, werzişa kaşûnê berdewam bike.