Ji ber aloziyan pêşbirka Batman Petrolspor-Şanliurfasporê hat betalkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 18emîn a Lîga 2yemîn a Koma Spî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de, di pêşbirka ku Batman Petrolspor mazûvaniya Şanliurfasporê dikir di xuleka 61ande de ji ber bûyerên li stadyûmê, pêşbirk hat betalkirin.

Di hefteya 18emîn a Lîga 2yemîn a Koma Spî de Batman Petrolsporê li mala xwe hat hemberî Şanliurfasporê.

Nîveka yeke a pêşbirka ku li Stadyûma Bajêr a Êlihê hat lîstin bê gol bi dawî bû.

Di nîveka duyam a pêşbirkê de Şanliurfaspor di xulekên 50 û 56an de 2-0 ket pêş.

Di xuleka 61an de li tribunan alozî derketin, ji ber vê yekê hakemê pêşbirkê Sefa Yilmaz lîstikê rawestand û ji ber berdewamiya bûyeran hakem pêşbirkê betal kir.

Li aliyê din ji ber ku di navbera polis û koman de rageşî derket, Rêveberê Ewlehiya Parêzgehê Koroglu Kiraç bi tribunê û hewl da ku temaşevanan aram bike.

Di pêşbirka ku tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn wergirtin de, polîsan bi bikaranîna bombeyên gazê alîgiran belav kirin.