Tîma Hêza Colemêrgê tîma Qeyseriyê bi 4 golan têk bir

19-12-2021
RÛDAW
Nîşan Tîma Hêza Colemêrgê Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya ewil a werza 2021-2022yan a Lîga Super a Futbola Jinan a Turkcellê da Tîma Futbola Jinan a Hêza Colemêrgê, Tîma Futbola Jinan a Qeyseriyê ya ku li yarîgeha xwe kir, 4-0 têk bir.

Di lîstika li Yarîgeha Futbolê ya Merzanê de Tîma Hêza Colemêrgê li hemberî tîma hevrika xwe, lîstikeke serkeftîtir leyîst.

Di yariyê de, ku welatiyan eleqeyeke zêde nîşan da, Tîma Hêza Colemêrgê, tîma Qeyseriyê 4-0 têk bir û 3 puan bi dest xist.

Tîma Hêza Hekariyê ya Jinan di sala 2008an de hatiye damezrandin û piştî serkeftinên xula 3em û duyem, bo xula yekem biser ket. Zarokên keç ên navçeyê jî dixwazin siberojê bibin beşek ji vê serkeftina Tîma Hêza Colemêrgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst