Amedspor vê carê li mala xwe bi pûanekê razî bû

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Fethiyespor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstika Amedsporê û Fethiyesporê bi skora 1-1ê bi dawî bû her yekê pûanek wergirt.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li mala xwe bi Fethiysporê re lîst.

Amedsporê baş dest bi lîstikê kir û lîsikvanê wê Berk Îsmaîl hîn destpêka lîstikê, di xuleka 6mîn de golek avêt.

Fethiyesporê di xuleka 45emîn de bi gola Ridvan Turker bersiv da Amedsporê.

Nîva yekem a lîstikê 1-1 wekhev bi dawî bû.

Amedsporê xwest di lîstikê de 3 pûanan bi dest bixe lê nekarî encamê biguhere û nîva duyem jî bi encama 1-1ê bi dawî bû.

Herçend di vê lîstikê de Amedsporê pûanek bi dest xistibe jî lê dîsa jî di lîga xwe lîder e.

Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 31ê.

Hêjayê gotiniyê ye ku Amedspor di sezona îsal de heta niha têk neçûye.

Di tevên lîgên Tirkiyeyê de tekane tîma ku heta niha têk neçûye Amedspor e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst