VÎDEO - Fransayê malik li Cîbraltarê wêran kir: 14-0
Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya 9emîn a Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) bi 7 pêşbirkan temam bû.
Di roja sêyemîn a hefteya 9emîn a Şampiyoniya EURO 2024an de tîmên di komên B, D û Iyê de hatin hemberî hev.
Di Koma Byê de Fransayê gol bi ser mêvanê xwe Cîbraltarê (Cebelîtariq) de barandin û ew 14-0 têk bir.
Herwiha di maça din a koma Byê de Holanda Komara Îrlandayê 1-0 têk bir û EURO24 garantî kir.
Di Koma Iyê de jî Romanyayê li deplasmanê Îsraîl 2-1 têk bir derbasî fînalên EURO2024ê bû.
Li aliyê din di heman komê de Swîsre li mala xwe bi Kosovayê re 1-1 ma û EURO24 garantî kir.
Encamên şeva borî wiha ne:
Koma B:
Fransa-Cîbraltar: 12-0
Holanda-Komara Îrlanda: 1-0
Koma D:
Ermenistan-Galer: 1-1
Letonya-Xirwatistan: 0-2
Koma I:
Belarûs-Andora: 1-0
Swîsre-Kosova: 1-1
Îsraîl-Romanya: 1-2